Îswîçre ji bo kirîna balafirên F-35A yan bi Amerîka re lihev kir

Îswîçre ji bo kirîna balafirên F-35A yan bi Amerîka re lihev kir

PeyamaKurd – Beşa Çekgirtina Federal ya hukumeta Îswîçreyê ragihand ku bi Amerîka re ji bo kirîna 36 heb F-35A yan lihev kirine û peymanê îmze kirine. Peyman di sala 2027an de destpêdike û wê teslîmkirina F-35A yan heya sala 2030an dewam bike. F-35A yên ku hukumeta Îswîçrê bikire, wê di şûna balafirên xwe yên heyî yên F/A-18 Hornets û F-5 Tigersan de bikarbîne.

Hukumet wext neda muxalefetê ku mijarê bixe mijara referandûmê. Partiyên muxalefetê dibêjin ku peyman li dijî qanûne. Lê heyeta teftêşê ya parlementoyê dibêje ku girêdana peymanê bi vî awayî bi endîşeye lê li dijî qanûnan nîne.

Dewleta Îswîçre di sala 2020an de referandûmê kiribû û xelkê qebûl kiribû ku artêşê nûh bikin lê di metnê referandûmê de negotibûn ku wê kîjan alavên şer û ji kîjan dewletî bikirin.

Hukumetê weka peymana pêşwext bi Amerîka re ji bo 36 heb F-35A yan bi bihayê 6,1 milyar Frankê Îswîçre peyman girêdabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin