Nêçîrvan Barzanî û McGurk civiyan: Amerîka di pistevanîya Herêma Kurdistanê de berdewam e

Nêçîrvan Barzanî û McGurk civiyan: Amerîka di pistevanîya Herêma Kurdistanê de berdewam e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 13ê Kanûna 2021an li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk û şanda ligel wî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de di civînê de Balyozê Amerîka yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladin amade bûn, behsa birêveçûna hilbijartina Iraqê û avakirina hikûmeteke nû li Iraqê hat kirin.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û McGurk hevnerîn bûn ku DAIŞ hêj metirsiyeke rasteqîne ye û Iraqê pêwîstî bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê heye bo têkşikandina wê. 

Brett McGurk tekez kir dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê di têkşikandina DAIŞê de. Mcgurk di civînê de sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest ku di êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê de şehîd bûne.

Di beşeke din a civînê de herdu aliyan behsa rewşa ewlekarî, leşkerî, aborî ya Iraqê, êirşên DAIŞê, hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga stratejîk a ya di navbera Iraq û Amerîkayê de û derfetên pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan de kirin.

Herdu aliyan tekez kirin li ser pêdiviya hevahengiya di navbera aliyên Iraqî de ku bikarin hikûmetekê ava bikin hemû aliyan li xwe bigre û bersiva daxwaziyên welatiyan bide û aramî û asayîşê bo wan dabîn bike.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û peywendîyên Iraqê yên bi welatên deverê û cîhanê re û rewşa deverê bi giştî û pêşhatên vê dawiyê yên Sûrîyê û pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û çend babetên din ên hevbeş mijara civînê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin