PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşanî hedefgirtina malên alîkariyên mirovî yên li Sudanê da.
Li ser van êrîşên navborî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û barên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Grifiths daxuyaniyek da.
Martin Griffiths diyar kir ku embarên ku li Sudanê ji bo alîkariyên mirovî tên bikaranîn hatin talankirin, dagirkirin û wekî zirx hatin bikaranîn.
Griffiths diyar kir ku ev rewş rê nade ku alîkariyên mirovî bigihîjin kesên hewcedar û wiha got:
"Divê alî her tim rêzê li mal û milkên mirovî bigirin. NY ji bo belavkirina alîkariyê hewcedariya ewle, bilez û bê asteng heye.
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), Sudan dê bibe yek ji mêvanên konferansa pabendbûnê ya bilind ku di 19ê Hezîranê de li Cenevreyê tê lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin