Hêmin Hewramî hijmara kursiyên PDKê eskere kirin!

Hêmin Hewramî hijmara kursiyên PDKê eskere kirin!

PeyamaKurd- Serokê lîsteya hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî li ser hilbijartina Kurdistanê mesajeke pîrozkirinê weşand û got ku PDKê 40 kursî derbas kirin.

Serokê lîsteya hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di derbarê encamên hilbijartina Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê facebookê mesajek weşand.

Hewramî got ku PDK pir serkeftî ye û li gorî encamên nefermî, 40 kursî derbas kirine. Hewramî got ku ji ber serkeftina mezin ez di sêrî de Serok Barzanî û hemî piştgir û pêşmerge û malbatên qahreman yên şehîdan û xebatkarên PDKê pîroz dikim.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin