PeyamaKurd – Cîgirê Rêveberê Giştî yê Şîrketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO), Dr. Hemdî Şengalî, ragihand ku peymana petrolê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de dê were nûkirin û di vî warî de tu pirsgirêk nînin.
Dr. Hemdî Şengalî di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê diyar kir ku peymana heyî di 31ê Kanûna 2025an de bi dawî dibe, lê ji bo dabînkirina berdewamiya hinardekirinê û li gorî qanûna budçeyê, biryara nûkirina wê hatî girtin. Şengalî got: "Niha hinardekirina rojane ji 200,000 bermîlan derbas bûye û em li bendê ne ku ev mîqdar hîn zêdetir bibe."
Li gorî hûrguliyên ku Şengalî parve kirine, petrola Herêma Kurdistanê radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê ya li xala Fîşxabûrê tê kirin. Ji wir bi rêya boriyan ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve tê şandin û SOMO wê difiroşe şîrketên navneteweyî. Ji ber lêçûnên kêm ên veguhastinê û nêzîkbûna erdnîgarî, piraniya vê petrolê ber bi bazarên Ewropayê ve diçe.
Şengalî bal kişand ser cudahiya lêçûnên hilberînê yên li Kurdistanê û başûrê Iraqê. Wî diyar kir ku ji ber erdnîgariya çiyayî û zehmetiya zeviyan, lêçûna derxistina petrolê li Kurdistanê bilindtir e. Ji ber vê yekê, di peymanê de ji bo her bermîlekê 16 dolar wekî lêçûna hilberîn û veguhastinê hatiye diyarkirin.
Derbarê qanûnîbûna peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê de, Şengalî ragihand ku şîrketeke şêwirmendiyê ya navneteweyî hatiye erkdarkirin. Ev şîrket dê di nava 60 rojan de raporekê amade bike. Şengalî tekez kir ku ev şîrket dê tu guhertinan di peymanan de neke, tenê dê "fonksiyona wan û qanûnîbûna wan" piştrast bike, ji ber ku dadgehên Iraqê berê qanûnîbûna van peymanan nas kirine.
Ev geşedan wekî gaveke girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û mîsogerkirina dahata petrolê tê dîtin.