PeyamaKurd - Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku Wek Spanyayê ew dewleta Filistînê nas dikin.
Sanchez, di axaftina xwe ya piştî civîna Lijneya Wezîran a li Serokwezîriyê de ragihand ku wek Spanya, ew dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qudsa Rojhelat e û Xêza Xezzeyê û Şerîa Rojava dihewîne nas dikin.
Pedro Sanchez got: "Heta ku ji hêla hemû aliyan ve neyê qebûlkirin, em ê ti guhertinên di sînorên sala 1967'an de qebûl nekin."
Serokwezîrê Spanyayê Sanchez diyar kir ku naskirina dewleta Filistînê ji bo pêkanîna aştiya Rojhilata Navîn gaveke gring e û hikûmeta Spanyayê bi fermî amade ye ku bi Îrlanda û Norwêcê re di derbarê vê mijarê de gavan bihavêje.
Sanchez got: "Naskirina dewleta Filistînê pêdiviyeke bingehîn a aştiya ku em hemû dixwazin pêk bînin."
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez berî çend rojan daxuyandibû ku bi biryara ku wê di civîna Lijneya Wezîran a heftane ya 28ê Gulanê de bê standin, ew ê dewleta Filistînê bi fermî nas bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin