Pîrozbahiyên Cejna Newrozê îsev ji nav malan dest pê dikin

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê îsev ji nav malan dest pê dikin

PeyamaKurd – Îsal Cejna Newrozê ji ber belavbûna vîrusa koronaya nû ku bûye sedema mirina bêhtirî deh hezar kesan li seranser dinyayê û hîn jî metirsî û belavbûna wê li hemû welatan berdewam e, li Kurdistanê bi ahengên girseyî nayê pîrozkirin.

Li Başûrê Kurdistanê biryar hatiye dayîn ku gel di malên xwe de bi mûman û pîrozbahiyên cûda Newrozê pîroz bike.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber heman sedeman Newroz bi ahengên mezin nayê pîrozkirin, lê wê pîrozbahiyên cûda bên lidarxistin.

Li bakurê Kurdistanê jî çend roj berê bi belavbûna vîrusa koronayê re, hemû bernameyên ahengên girseyî yên Newrozê hatin betalkirin ku îşev ji nav malan bi meşale û mûman wê pîrozbahî dest pê bikin.

Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî ku rewşa nexweşîna korona gihîştiye asteke metirsîdar çav li rê ye Newroz bi beşdariya girseyên mezin neyê pîrozkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin