Polîsê Hewlêrê ceza da 9 hezar û 892 sifêrên qedexeyên korona binpê kirin

Polîsê Hewlêrê ceza da 9 hezar û 892 sifêrên qedexeyên korona binpê kirin

PeyamaKurd - Polîsê trafîka Hewlêrê ragihand, ji destpêka ragihandina qedexeya derketina derve heta niha nêzîkî 10 hezar şofêr hatine sizadan.

Berdevkê polîsê trafîka Hewlêrê, Fazil Hacî ji medya Kurdistanê re ragihand, piştî ku hikûmeta Kurdistanê wek tedbîrek li hember belavbûna vîrusa koronayê qedexeya derketina derve ragihand, wan jî tîmên xwe li seranserê bajêr bicih kirin da ku ew ferman bi başî bicîh were.

Fazil Hacî da zanîn, lê mixabin dîsa jî hinek kes pêbendî wê nebûn, ji ber wê jî hatin sizadan.

Berdevkê trafîka Hewlêrê ragihand, ji wê çaxê ve heta niha 9 hezar û 892 şifêr hatine sizadan û dest danîne ser nasnameya şifêrtiya wan. Herwiha 325 otomobîl û 112 motorsîklêt jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin