Polîtbûroyên PDK û YNKê ji bo hilbijartinan dicivin

Polîtbûroyên PDK û YNKê ji bo hilbijartinan dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Gulanê roja Yekşemê, polîtbûroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dicivin.

Hêjayî gotinê ye, 16ê Gulanê şandên her du partiyan li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiyabûn û bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandibûn ku her du alîyan biryar dane weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke erênî di warê qanûnî û siyasî de, ji bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên herêma Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî ji bo diyalog û yekxistina navmala Kurdî, civîn û danûstandinên di navbera partiyan bi taybetî YNK û PDKê de û ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bêne kirin, destpêşxeriyek pêşkeş kiribû û piştî wê jî civînên herdu aliyan dest pê kiribûn.

19ê Gulanê lijneyên hilbijartinan yên PDK û YNKê, li ser pirsa sererastkirina yasaya hilbijartinan û aktîfkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê bi Seroka Parlamento û Cîgirê Seroka Parlamentoyê re civiyabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin