Qamişlo: Dêstûra bê Kurdî nûnertiya me nake

Qamişlo: Dêstûra bê Kurdî nûnertiya me nake

PeyamaKurd - Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdariya bi hezaran xwendekar, mamoste û xelkê herêmê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meşeke girseyî hat lidarxistin.

Meşa ku ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir, li Stada Şehîdên 12ê Adarê veguherî mîtîngeke mezin. Di mîtingê de hate tekezkirin ku parastina zimanê kurdî parastina nasname û hebûna gelê Kurd e û heta ziman nebe fermî dê têkoşîna wan berdewam bike.

Peyama Şêx Maşûq û daxwaza destûreke demokratîk

Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî ku nekarî bi beşdar bibe, peyameke dengî ji mîtîngê re şand û bang li Şamê û raya giştî kir ku guh bidin daxwazên mafdar ên Kurdan.

Xeznewî di peyama xwe de destnîşan kir ku zimanê kurdî ne "rehîneyê bazaran" e û got: "Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake."

Di mîtîngê de hat diyarkirin ku Kurd daxwaza "xêrê" nakin, lê daxwaza mafê xwe yê dîrokî û mirovî dikin ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin.