PeyamaKurd – Ji bo parastina ewlehiyê li Kantona Cîzîrê qedexeyeke derketina derve ya qismî hat ragihandin.
Encûmena Hundirîn a Kantona Cîzîrê, ku di bin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, biryar da ku ji bo parastina ewlehiyê li hemû bajar û bajarokên kantonê qedexeya derketina derve ferz bike.
Li gorî biryara ku îro hat weşandin, qedexeya derketina derve dê ji saet 7ê êvarê heta 7ê sibê di meriyetê de be.
Encûmena Hundirîn diyar kir ku tevgera sivîlan di van demjimêran de bi tevahî qedexe ye, tenê hêzên leşkerî û ewlehiyê ji wan îstîsna ne.
Biryar ku îro ket meriyetê, wê heta agahdariyeke din di meriyetê de bimîne, û ji welatiyan tê xwestin ku bi tevahî li gorî talîmatan tevbigerin.