Qesra Spî: Trump piştgiriya Sûriyeyek aştiyane dike

Dîroka Weşanê :
Qesra Spî: Trump piştgiriya Sûriyeyek aştiyane dike

PeyamaKurd – Qesra Spî derbarê bûyerên dawî yên li Sûriyeyê de diyar kir ku "Serok (Donald) Trump piştgiriya Sûriyeyek aram û yekgirtî dike ku hem di hundirê xwe de û hem jî bi cîranên xwe re di aştiyê de ye."

Daxuyaniya Qesra Spî wiha domand, "Serok Trump piştgiriya Sûriyeyek aram û yekgirtî dike ku hem di hundirê xwe de û hem jî bi cîranên xwe re di aştiyê de ye. Ev hêmanek bingehîn a vîzyona Serok ji bo Rojhilata Navîn a aram û geş e."

Daxuyaniyê tekez kir ku Sûriye divê bi tu awayî nebe "baregehek ji bo terorê" û got, "Sûriyeyek aram û serwer ji bo aramiya herêmê pir girîng e."

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî li ser vê mijarê daxuyaniyek weşand, bang li "hemû aliyan kir ku li Sûriyeyê xweragir bin" û tekez kir ku divê her kes li ser ji nû ve avakirina Sûriyeyek aram û îstikrar bisekine.