Qeymeqamê Singalê spasiya Parlamena Kurdistanê kir: Wê hemû êzidî sûde jê bigirin

Qeymeqamê Singalê spasiya Parlamena Kurdistanê kir: Wê hemû êzidî sûde jê bigirin

PeyamaKurd - Qeymeqamê Şingalê Mehme Xelîl spasî li Parlemana Kurdistanê kir ku komkujiya Şingalê wek jenosîd nasand û rgot, divê bernameyek ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bê amadekirin da ku Şingal bê avadankirin û xelkê wê vegerin ser mal û milkên xwe û mafên Şingalê li gorî destûrê bên cîbicîkirin.

Qeymeqamê Şingalê Mehme Xelîl di bernamaya “Rojev“ a Kurdistan24ê ragihand, "Xelkê Şingalê bi biryara Parlemana Kurdistanê a naskirina komkujiya Şingalê û diyarkirina 3ê Tebaxê wek Roja Jenosîda Êzidiyan dilxweş e û ev hêviya Êzidiyan bû û hemû Êzidiyan dê sûdê ji vê nasandinê bibînin."

Xelîl diyar kir, "Netewên Yekgirtî û Amerîka li hember Iraq û bi taybet li hember Herêma Kurdistanê, Şingalê û pêkhateyên olî li deşta Nînowayê gunehbar in. Hepeymaniya Iraqê ya stratejî bi Hevpeymaniya Navdewlet bi serokatiya Amerîka hebû, heger ew pabendî wê hevpeymaniyê bûna, ew jenosîd bi ser me de nedihat. " 

Qeymeqamê Şingalê rexne li hikûmeta Iraqê girt û got: "Hikûmeta Iraqê di 20ê Nîsana 2016an de Şingal wek “devereke wêrankirî” nas kir, di navbera devera wêrankirî û jenosîdê de gelek cudahî heye... Divê yasa û destûra Iraqê bikar hatiba û ewlehî aramî peyda bûba, lê li Şingalê ewlehî nîne, avadankirin nebûye û koçber nikarin vegerin ser mal û milkên xwe."

Qeymeqamê Şingalê da zanîn: "Heta niha hîna çarenivîsa 2940 Êzidiyan ne diyar e û 360 hezar Êzidî koçber in û ji sedî 80 ji Şingalê wêrankirî ye û şerekî herêmî û nevxweyî heye, ev ne di berjewendiya Iraqê û ne di berjewendiya Êzidiyan de ye. Hikûmetên berê yên Iraqê sedem bûn ku mafên me yên destûrî nedan me. Niha piştî Parlemana Kurdistanê jenosayda Êziyan nas kir, daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin yasa cibicî bibin, ta em mafên xwe bibin û xelkê Şingalê qerebû bike. " 

Mehme Xelîl diyar kir, "Divê fişar li Bexdayê bê kirin da ewlehî vegere Şingalê û bihata avadankirin û xelkê wê vegerin. Di demekê de em dibînin ku Hemû deverên Iraqê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin hatin avedankirin û xelkê wê vegeriyane, lê Şingal wêran maye û milmilaneyên siyasî hene û pişka wê ya darayî nehatiye terxankirin."

Qeymeqamê Şingalê wiha pê de çû: "Em spasiyê li xelkê Kurdistanê dikin ku dema ev karesat bi serê me hat xwedî li me û zarokên me derketin, dema pêwîstiya me bi xwînê hebû, xwîna xwe di ber de rijandin û 519 Pêşmerge şehîd bûn. Dema pêwîstiya me bi dengdan û yasayê hebû, Parlemana Kurdistanê li Êzidiyan xwedî derket. Ev jî ji encama wê yekê ye ku serkirdeyên me û bi taybet Serok Barzanî serdana me kir û bi çavên bi hêsir pêşwazî li gelê me kir û soz da me û soza xwe bicih anî."

Wî bi bîr xist ku beriya niha 74 ferman hatine serê Êzidiyan, lê ti dost û piştevanî ji wan re nebû û niha ew bi xwedî ne û piştevaniya li wan tê kirin, Pêşmerge û hêzên Kurdî bi hawara êzidiyan ve hatin û Kurdên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê xwedî li wan derketin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin