PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel bazirganên Silêmaniyê civiya. Talabanî got, ji niha û pê ve bazar azadtir dibin û pêşbaziya tendurist ji bo tevgera bazirganiyê diparêzin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civîna ligel bazirganên Silêmaniyê de behsa girîngiya sektora taybet kir û ragihand, hikûmet asankariyê dike ji bo sektora taybet bihêz bibe, ji bo peydakirina derfetên kar û vejandina jêrxaneya aboriyê bi sektora giştî re hevkar be.
Talabanî diyar kir: “Êdî ti kes û aliyek nikare destêwerdanê di karûbarên bazarê de bike. Erkê dezgehên ewlehiyê, dabînkirina aramî û parastina jiyana welatiyan e û divê xwe ji siyasetê û ji her babeteke din dûr bixin.”
Di beşeke din a axaftina xwe de Qubad Talebanî got, “Divê sazî û dezgehên hikûmetê asankariyê ji bo birêvebirina karûbarên baziganan bike, ew jî wek hikûmetê bazar azadtir dikin û pêşbaziya tendurist ji bo tevgera bazirganiyê diparêzin.”
Qubad Talabanî bal kişand ser plana hukûmetê ya ji bo nehîştina rûtin di birêvebirina karûbarên bazirganan û welatiyan bi giştî de û got: “Dê desthilat Ji bo parêzgehê û rêveberiyan zêde bibe, ji bo rûtîn bê kêmkirin û xizmetên baştir ji welatiyan re bê pêşkêşkirin.”
Bazirganan jî behsa zehmetî û astengiyên xwe kirin û Cîgirê Serokwezîr ew piştrast kirin ku êdî rê li wan nayê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin