Qubad Talabanî êrîsa ser ala Kurdistanê û PDK ê sermezar kir

Qubad Talabanî êrîsa ser ala Kurdistanê û PDK ê sermezar kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku şewitandina baregeha PDK ê ya li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê ji aliyê Haşdî Şabî de nayê qebûlkirin û şermezar kir. Qubad Talabanî li ser mijarê got ku divê hêzên ewlekariyê yên Iraqê di mijarê de tewrê xwe li hemberê deynin û weha got:

“Ev êrîşa li hemberê qedr û qiymetên Kurdistaniyan li dijî destûra Iraqê û pîroziyên Kurdistaniyan e. Ez radigihînim ku vê kiryarê bi tundî şermezar dikim û divê dost û hevkarên me yên li Iraqê û hemî hêz, li hemberê vê bêrûmitiyê dengê xwe bilind bikin. Ev êrîşa li hemberê aqil û dostaniyê, di heman wextê de li hemberê serdestiya hûqûqê hatiye kirin. Em weka Kurdistanî, ji her wextê zêdetir pêdiviya me bi yekîtiyê heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin