PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku DYA hêzên Kurdên Rojhilat ku li Herêma Kurdistanêne çekdar nekiriye û hêzên Kurdên Rojhilat li dijî şerê li Îranê derketine û neketine nava şer.
Li ser êrîşên grûbên çekdar yên Iraqê ku daîma êrîş dikirin ser Herêma Kurdistanê, Talabanî got ji bo ber li êrîşan bigrin bi Bexdayê re daîma di nava têkiliyan de ne.
Qubad Talabanî got ku DYA û hukumeta Washingtonê heya niha hêzên muxalifê Îranê çekdar nekirine û nebûne şahidên çekdarkirinê. Hukumeta Herêma Kurdistanê daîma hişyariyê daye hêzên Rojhilat yên li Herêma Kurdistanê û gotine ku di ser Herêma Kurdistanê de tevlîbûna şerê bi Îranê re rast nîne.
Talabanî li ser êrîşên grûbên Iraqê yên terefdarê Îranê ku bi İHA û fuzeyan êrîş dibin ser Kurdistanê got ku ew grûb ‘mîlîsên ku ji rê derketine’.
Talabanî ragihand ku bi Bexdayê re daîma li ser mijarê axifîne û ji Bexdayê xwestine ku ber li wan grûban bigrin.