PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û serokê Kore ya Bakûr Kim hevdîtineka dinê kirin û lihevkirinên zîrweya dîrokî ya ku berê hatibû kirin, bêhtir bi pêş de birin. Ragihandin ji aliyê Pompeo de, di ser hesabê xwe yê Tweeterê de hat kirin.
Pompeo piştî bi Kim re hevdîtinê kir, çû payîtexta Kore ya Başûr Seulê. Pompeo do jî bi serokwezîrê Japonya re li Tokyoyê hevdîtin kiribû. Her dû rêvebir gihabûn wê fikrê ku dorpêçên ser Koreyê dewam bike heya Kore dev ji bernama nukleerî berde.
Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku di demeke nêz de wê bi Kim re hevdîtinê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin