PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê heyama berê li Amerîkayê Mike Pompeo di hevpeyvîneke ligel Thel Telegraph de, behsa pêwendiyên Erebistana Siûdî-Îsraîlê kir.
Mike Pompeo gotiye, Erebistana Siûdî ji bo naskirina Îsraîlê asayîkirina têkiliyan merc daniye ber Amerîkayê ku ew jî daxwaza helwesteke tundtir li dijî Îranê bûye.
Pompeo herwiha daye xuyakirin ku Siûdî di wê daxwaza xwe de mafdar bûye, lewra ew welat li hember gefxwarinên Îranê dixwazin Amerîka serokatiyeke bihêztir bike.
Pompeo daye zanîn, heger ew yek pêk were dê rejîmên ereb ên Îsraîlê nas dikin jî zêdetir bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin