Sererkanên Tirkiyê û Rûsyayê li ser Îdlibê axivîn

Sererkanên Tirkiyê û Rûsyayê li ser Îdlibê axivîn

PeyamaKurd – Sererkanê Rûsyayê General Valery Gerasimov û sererkanê Tirkiyê Yaşar Guler li ser Îdlibê axivîn.

Li gorî daxuyaniya artêşa Tirkiyê (TSK) derbarê civînê de tu hûrgilî nehatin belavkirin lê hat diyarkirin ku sererkanê Rûsyayê, Gerasimov û yê Tirkiyê, Guler li ser mijara Îdlibê û pêşhatên dawiyê gotubêj kirine.

Ji aliyê din ve, hêjayî gotinê ye ku, artêşa Tirkiyê bo Îdlibê sewqiyatên xwe didomîn û duh jî yekîneyên leşkerî û topên obusê bo sînorê Tirkiyê û Sûriyê hatin şandin.

Berdevkê çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustafa Balî medyayê ragihandiye ku wê bajarê Idlibê radestî rejîma Sûriyê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin