PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu der heqê koalîsyona dijî DAIŞê de got: "Bi qasî ku em dibînin armanca koalîsyonê tevlîhevkirina herêmê ye."
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, beşdarî 7emîn Konferansa Ewlehi ya Navteweyî li Moskovayê bû û axiftinek kir û wiha got: "Bi qasî ku em dibînin armanca koalîsyonê tevlîhev kirina herêmê ye."
Sergey Şoygu nirxandina wiha kir "Armanca koalîsyona navneteweyî ya ku di pêşengiya Amerîkayê de li Sûriyeyê wezîfedar e berjewendiyên aborî û têkvedana herêmê ye."
Şoygu, rexne li koalîsyona navneteweyî girt û diyar kir ku Koalîsyon dikare terorîstan têk bibe lê vê nake û wiha dewam kir: "Qasî ku em dibînin armanca koalîsyonê ew e herêmê tevlihev bike."
Şoygu diyar kir ku piştî Rûsyayê, Tirkiye û Îranê îtifaq kir, li herêmê êdî rewş diguhere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin