PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Zaharova li Moskovayê civîna çapemeniyê lidarxist û behsa dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê û halê Kendavê kir. Zaharova di mijara ku Amerîka wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf xistiye bin dorpêçê, weha got:
“Amerîka pêşiya xwe asteng dike. Amerîka di şûna ku alavên dîplomatîk bikarbîne, tenê zane dorpêçan deyne. Halê Kendavê ber bi talûkê de diçe û îhtîmala an ku rîska derketina şerekî leşkerî zêde dibe.”
Wezareta xezînê ya Amerîka do wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf xistibû lîsta dorpêçê û Zarîf jî beyan da ku malê wî tenha li Îranê heye û di derveyê Îranê de mal û mulkê wî tineye. Lewra dê dorpêç ti bandorê lê neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin