Pêsawa Qazî Mihemed li Diyarbekirê hate bibîranîn

Pêsawa Qazî Mihemed li Diyarbekirê hate bibîranîn

PeyamaKurd - Di Salvegera Şehadeta xwe de Sorokkomarê Cumhuriyeta Kurdistana Mehabadê Pêşawa Qazî Mihemed li Diyarbekirê ji aliyê Hereketa Azadîyê ve hate bibîranîn.

Hareketa Azadîyê, Di Salvegera darvekirina Sorokkomarê Cumhuriyeta Kurdistana Mahabadê Pêşawa Qazî Mûhemmed li Diyarbekirê bernameyek saz kir.

Berdevkê Herketa Azadî Ayetullah Aşîtî li ser rola Pêşawa sekinî û diyar kir ku Qazî Şehîdê Kurdistanê ye. Gelê Kurd wê doz û têkoşîna wî her dem bibîr bîne. Em bibîrtînin ku wesiyeta Qazî Mihemed îro jî wezîfeyên Kurdan ên netewî û dîrokî nîşan dide û dibêje: “Li Ala Kurdistanê xwedî derkevin. hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê gelê me bila bingeha siyaseta we be. Dijminatîya hev nekin, bi xêrnexwazan jî neyên xapandin. Hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe. Rêzê li ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigirin.”

Dîrokzan Kerem Serhatlı, bal kişand ser hessasiyeta Qazî Mihemed ya li ser ziman û behsa serpêhatiyeke wî kir; Beriya îdamê li zindanê melayek diçe balê û wesiyeta wî dipirse,Qazî dixwaze wesiyeta wî bi Kurdî bê nivîsîn. Mela Kurd e û nivîsandina Kurdî nizane, heyfa xwe lê tîne û gazina lê dike. Êşa vê yekê jî dikişîne ku nekariye wesiyeta xwe jî bi Kurdî binivisîne û bi Farisî nivîsiye. 

Piştî xwendina wesiyeta Qazî Mihemed Serhatli wiha got: "Dema darvekirinê dixwazin çavên wî bigirin. Lê belê Pêşawa bertekek hişk nîşan dide û wiha dibêje: 'Min xiyanet li gelê xwe nekir, Min xiyanet li Kurdistanê nekir, Serê min natewe' û destûra girêdana çavan nade."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin