Rêveberiya Xweser: Biryarên Şamê erênî ne lê ne bes in

Dîroka Weşanê :
Rêveberiya Xweser: Biryarên Şamê erênî ne lê ne bes in

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, derbarê biryarnameya Ehmed Şera ya li ser mafên Kurdan daxuyaniyek weşand.

Rêveberiyê diyar kir ku ev gav "gaveke yekem a gengaz" e, lê destnîşan kir ku fermanên demkî nikarin mafên gelê Kurd bi awayekî mayînde biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku garantîkirina mafan ne bi biryarên demkî, lê bi rêya "destûreke daîmî û demokratîk" pêkan e.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser pêdiviya sîstemeke nenavendî û piralî û ragihand ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra nû de cih bigirin. Ehmed Şera duh bi biryarnameyekê mafên zimanî û çandî yên Kurdan nas kiribû û Newroz wekî cejna fermî ragihandibû.