Îdîayên Îranê li ser Siûdî û Îsraîlê xelas nabin

Îdîayên Îranê li ser Siûdî û Îsraîlê xelas nabin

PeyamaKurd - Çapemeniya resmî ya Îranê îdîa kir ku heyeta Siûdiyê bi serokatiya Serokê Saziya Îstixbarata Erebistanê Enwer Eşqî, ji bo kirrîna pergala berevaniya moşekî ya Qubbeya Hesin çûye Îsraîlê.

Ajansa resmî ya Îranê  IRNAyê, xwe spart malpera El Xelîc El Cedîd nivîsî  û îdîa kir ku rojnameyeka Swîsreyî Çileya 2018an eşkere kir ku Erebistanê ji bo bidestxistina pergala berevaniya moşekî ya Îsraîlê ku wek Qubbeya Hesin tê zanîn û alavên din ên şer ji Til Avîvê xwestiye ku van çekan bi riya welatekî sêyem dayne ber destê Riyadê.

Herwiha  ajansa Îranê cih da van îdîayan: "Malpera nûçeyan Defense Worldê pêştir tevî amajeya bi hewildana Riyadê ji bo neketina ber moşekên Ensarullaha Yemenê, ragihand: Karzanên leşkerî yên Siûdî pergalên berevaniya moşekî ya Israîlê li Ebû Debiyê ceribandine."

Malpera Qeterî ya Xelîc Online roja înê ji zarê hin çavkaniyên nêzîkî Komîsyona agahiyan a Kongreya Amerîkayê ragihand: "Hêzên hevpeymaniya destdirêjkerên Siûdî çekên çêkirî bi destê Rêjîma Siyonîst li şerê dijî Yemenê bi taybet li bombebarana bajarê perravî yê Hudeydeyê bi kar anîne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin