Raman Nasirîzade: Tika dikim bibin denge min!

Raman Nasirîzade: Tika dikim bibin denge min!

PeyamaKurd – Penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Raman Nasirîzade ku niha li Denmarkê dimîne, di bin metirsiya radestkirina Îranê û sêdarê de ye.

Rayedarên Denmarkê hewl didin ku Nasirîzade dersînor bikin û radestî Îranê bikin.

Raman Nasirîzade bi vîdyoyekê li ser medya civakî banga piştgiriyê li civaka navdewletî û rayedarên Denmarkê kir û got, ji ber egera îşkence û înfazkirinê wî radestî Îranê nekin.

‘Pêwîstiya min bi deng û hawara we heye’

Nasirîzade di bangewaziya xwe de got: “!Ev çend salên dawî ye ku ez li ser torên medya civakî hewl didim ku ji bo maf û azadiya gelê kurd hewar bikim, lê belê mixabin ez îro ketime nav toreke xerab ku pêwîstiya min bi deng û hewara we heye ku piştgiriya min bikin.”

Penaberê Kurd behsa çûna xwe ya Denmarkê kir û wiha pê de çû: “Di sala 2021an de ez beşdarî xwepêşandaneke li hember Balyozxaneya Komara sêdarê ya Îranê ya li welatê Danmarka. Di wê xwepêşandanê de hevalên ku li gel min bûn, li ser dîwarê Balyozxaneyê drûşman nivîsîn û ji ber wê yekê Komara sêdarê ya Îranê, di derbarê min de li Danmarkê doz vekiriye ku Îkameya min betal bikin û min derîsînor bikin.”

‘Xweda şahid e ku ez bêguneh im’

Raman Nasirîzade di dewamê da zanîn: “Xweda şahid e ku di vê meseleyê de ez bêguneh im, lê belê pir azar dide min çimku hê di zaroktiya xwe de ez ji ber vê komara sêdarê ji axa xwe dûr bûm û hina ev komar dîsa dixwaze min li Ewropayê bike koçber.

Lê belê vê carê ez bi tenê nîn im, dilê min bi we xweş e. Û divê ez heta ji destê min tê şer bikim û ger bi ser nekevim jî bila serê min berz be û ez bêjim min heta dawî şer kir.”

‘Tikayan dikim ku bibin denge min’

Nasirîzade wiha dawî li bangewaziya xwe anî: “Hevalan, ji we tikayan dikim ku bibin dengê min û hewarê bikin ji bo min. Di 27ê Pûşperê de li dadgehê daniştina doza min tê dîtin. Hefteyek dema me heye Û divê hemû dinya vê vîdeoyê bibîne. Divê bê dîtin ku her Kurdek ku li goşeyeke dinyayê pirsgirêkek wî çêbû, hemû Kurdistan hewara wî dike.”

Raman Nasirîzade, dema li Denmarkê başdarî çalakiyên Kurdistanî dibe.