PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ahmed piştî civîna bi komîsyona têkoşîna bi koronavîrusê re ragihand ku dê seferên balafiran yên Herêma Kurdistanê car din destpêbikin. Rêbar Ahmed weha got:
“Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hêj bo seferên balafiran amade nînin. Tê plankirin ku di 1 ê tebaxê de amadekarî bên temamkirin û sefer destpêbikin.”
Wezîr Rêbar Ahmed li ser tedbîrên Kovid-19 ê weha ragihand:
“Bi balafiran an di sînor de kesên ku derbas bibin Kurdistanê, wê testên wan yên Kovid-19 ê bên kirin. Ger encama testan negatîv be wê herin malên xwe. Ger posîtîv be wê li nîşanên wan binêrin. Ger emare hebin wê di çarçoveya tedbîrên Kovid-19 ê de bên şandin bo nexweşxaneyan. Eger tinebin, wê li malên xwe bikevin karantînayê.”
Wezîr Ahmed got ku wê qedexeya çûnûhata navbera bajarên Kurdistanê û bajarên Iraqê dewam bikin. Di nav bajarên Kurdistanê de, wê îzna çûnûatinê hebe lê di nav bajarên Iraqê de, dê qedexe dewam bike. Tenê bo mijarên bazirganiyê wê bo îznê hêsankarî bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin