PeyamaKurd- Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di derbarê rewşa li girtîgehan de agahiyên nû belav kir û ragihand, ji roja 9ê Çileyê ve hemû xetên telefonan yên li girtîgehan hatine qutkirin daku girtî nikaribin bi malbatên xwe re biaxivin û agahiyên ji nava girtîgehan bi derve re neyên parvekirin.
Hate diyarkirin, ji ber agahî ji nava girtîgehan nayê wergirtin, fikarên li ser rewşa girtiyan bi taybetî jî girtiyên siyasî zêde bûne.
Li aliyê din, kesûkarên girtiyan bang li rêxistinên mafên mirovan ên navxweyî û navdewletî dikin ku li dijî vê rewşê zextan li ser rejîma Îranê bikin daku dawî li vê rewşê bîne.
Hêjayî bibîrxistinê xwepêşandanên seraserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 28ê Kanûna 2025an ve berdewam dikin û tevî kuştin û girtinan jî xwepêşandan her diçe berfirehtir dibin. Li gorî çavkaniyên saziyên mafên mirovan, heta niha di xwepêşandanan de nêzî 600 welatî hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar jî hatine binçavkirin.