PayamaKurd- Sekreterê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku wezîfa fermandariya “hêza hevpar ya di asta bilind de amade”dane Tirkiyê an wê Tirkiye bigre ser xwe.
Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg berya ku li Brukselê zîrweya NATO yê çêbibe, di mijara seredana xwe ya Ankara de şiroveyan kir. NAT0 vê hêzê hêj nû ava dike û Tirkiye wê du dewre fermandariya hêzê bigre ser milên xwe.
Ev hêz li dora ji 5 hezar leşkerî ava dibe û ji hêza muqabeleyê ya lezgîn ya NATO yê wê bêhtir bilez tevbigere. Wê welatên NATO yê bi dorê fermandariya vê hêzê bikin.
Biryara danîna vê hêzê ya hevpar di sala 2014an de, di Zîrwe ya Gallerê ya NATO ye de hatibû dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin