MSB: NATOyê moşeka 4emîn a Îranê li ser Tirkiyê têk bir

MSB: NATOyê moşeka 4emîn a Îranê li ser Tirkiyê têk bir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku sîstemên berevaniya asmanî yên NATOyê moşekeke balîstîk a ku ji aliyê Îranê ve ber bi axa Tirkiyeyê ve hatibû avêtin, li asmanê welat asteng kirine.

MSBê da xuyakirin, ev moşeka çaremîn e ku di demên dawî de ji axa Îranê tê avêtin û tekez kir ku hêzên wan li hemberî her cure gefên derve di amadebaşiyê de ne û geşedanên herêmî bi baldarî dişopînin.

Ev geşedan di demekê de pêk tê ku li Rojhilata Navîn aloziyên leşkerî di navbera Îran û hevalbendên Amerîkayê de gihîştine asteke bilind. Tirkiye wekî endameke NATOyê, di bin parastina sîstemên berevaniya asmanî ya hevpeymaniyê de ye ku bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefên moşekên balîstîk hatine bicih kirin.