PeyamaKurd - Welatiya Kurd Zehra Rebbanî ya 18 salî ku xelkê bajarê Bojnûrdê ye û di dema xwepêşandanên meha kanûna paşîn de hatibû girtin, ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve bi hepse û cezayê darayî hate mehkûmkrin.
Rebbanş dema ku hatibû desteserkerin temenê wê 17 sal bû.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, biryar ji aliyê Şaxa 107an a Dadgeha Cezayê Duyem a Bojnûrdê ve hate dayîn. Dadgehê bi mebesta "hevgirtin û rêkeftin ji bo encamdana tawanê dijî ewlehiya hundirîn a welat" û "çêkirin û belavkirina madeyên teqemenî" bi tevahî 15 meh û du roj cezayê girtîgehê û cezayê darayî da Rebbaniyê.
Ji vê demê dê 7 meh û 16 rojên girtîgehê li navenda sererastkirin û rehabilitasyona zarokan bê cîbicîkirin. Rebbanî beriya niha piştî 45 rojên girtîmayînê hatibû berdan.