PeyamaKurd – Li Îlamê, piştî mehekê hat hînbûn ku girtiyekî Kurd hatiye bidarvekirin.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, girtiyekî Kurd bi navê Riza Nûrî (33 salî) roja 2 Kanûna sala 2020 li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû bidarvekirin lê heta niha di medyaya Îranê de behsa wê yekê nehatiye kirin.
Herwiha agahî didin zanîn, ew welatiyê Kurd, xelkê nahiya Dereşar ya Îlamê bû, 6 sal berê û bi tohmeta kuştina kesekî din hatibû girtin û bi sizayê qisasê hatibû mehkûmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin