Rêveberê balafirgehê Hoşyar daxuyanî da

Rêveberê balafirgehê Hoşyar daxuyanî da

PeyamaKurd - Hatiye diyarkirin ku trafîka hewayî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê wekî normal berdewam dike.

Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro diyar kir ku êrîşên bi dronan bandor li ser geştên li balafirgehê nekirine.

Ehmed Hoşyar diyar kir ku geşt bi awayekî normal berdewam dikin û di bernameyên geştên heyî de tu guhertin çênebûye.

Piştî tespîtkirina hêmanên hewayî li ezmanên ser Hewlêrê îro sibê, pergalên parastina hewayî yên Hêzên Koalîsyonê hatin aktîfkirin.

Bi aktîfkirina pergalên parastinê re, 6 dron berî ku bigihîjin hedefên xwe di hewayê de hatin îmhakirin.