PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo pêkanîna projeyên 2022an, 300 hezar dolar ji Şaredariyên Gel ên Başûrê Kantona Hesekê re veqetand.
Rêveberê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Şedadê Emîn Bîlal diyar kir: “Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê 300 hezar dolar ji şaredariyên herêmê re veqetand.”
Bîlal da zanîn, ev pere li gorî projeyên plansaziya 2022an li şaredariyên Ebdan, Til Şayîr, Mergeda û Şedadê hatin belavkirin.
Li ser budçeya ku ji şaredariya Şedadê re hatiye veqetandin û awayê xerçkirina wê jî Emîn Bîlal diyar kir: “Ev pere wê li ser gelek projeyan were belavkirin, ji wan; jinûve-sazkirina kanala sereke ya kanalîzasyonê ku ji beriya 40 salan ve ye. Gelek rê wê bi qûmê werin dagirtin. Projeya rêya kaniya ku li rojavayê navenda Şedadê ye wê pêk were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin