Rêvebirê asayîsa Îbrahîm Xelîl ji wezîfê dûr xistin

Rêvebirê asayîsa Îbrahîm Xelîl ji wezîfê dûr xistin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina tora medyayî Rûdawê; rêvebirê asayîşa Îbrahîm Xelîl Abdulwehab Muhemmed Îsa bi sedema ku li pey fermanan neçûye û piştî dagera xwe ya ji Almanya 14 roj di karantînayê de nemaye û li pey fermana neçûye, ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Ragihandina rêvebriya asayîşê ya giştî ya Kurdistanê weha ye:

“Di Kurdistanê de ti kes ne di ser qanûnan de ye. Ew kesê ku li pey qanûnên di derbarê pêşlêgirtina koronavîrusê neçe, wê bê cezakirin.”

Testa Abdulwehab Muhammed Îsa cara dawiyê li Duhokê posîtîv derketibû û gotibû ku li piştî ji Almanya dageriyaye, 12 siet li balafirgeha Hewlêrê hatiye rawestandin û testa wî negatîv derketi ye. Îsa weha got:

“Piştî ez çûm Duhokê ez neçûm cem malbata xwe.Min xaniyekî girt û ez ketim karantînayê. Paşî li rêvebiriya saxlem,yê geriyam û min doktor xwest.Min tesa xwe çêkir û posîtîv derket.”

Îsa parêznameya xwe weha kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin