PeyamaKurd - Kosret Resûl Elî diyar kir ku herçiqasî bajarê Kerkûkê ji aliyê neyaran ve bi planeke amadekirî hatibe dagîrkirin jî ew ketiye bin xezebeke ku xwe li pişt ewrekî reş veşartiye.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî bi minasebeta bibîranîna 27emîn a azadkirina Kerkûkê mesajek ragihand, her çiqas Kerkûk niha di bin bandora bûyera nexwastî ya vê dawiyê da be jî, ku ji aliyê neyaran ve bi planeke pêşwext hatibû danîn, careke din ketiye bin xezebeke ku xwe li pişt ewrekî reş veşartiye.
Bal kişand ser vê yekê, niha jiyana rûniştvanên resen ên Kerkûkê bi tevahiya pêkhateyan hatiye têkbirin.Navend û derûdora Kerkûk bûye leşkergeheke wêrankirî û rûyê bajêrî medenî û şaristanî qelsketiye.
Kusret Resûl diyar kir ku, ne Kurd û Kerkûkî bi tenê bangeşeya Kurdistanîbûna Kerkûkê dikin, belkî dîrokê ev rastî çespandiye û neyarên netewa me ji berî dostên me li wê rastiyê mikur tên.
Teqez, ji ber ku bajarê Kerkûkê di wijdanê her Kerkûkiyekî û her Kurdekî niştimanperwer de bajarekî Kurdistanîye û dê her Kurdistanî jî bimîne.
Her wiha diyar kir: “Niha rewşa li Kerkûkê awarte ye û dirêj berxwe nade, roja rizgarî û serfiraziyê ji wan êş û azaran nêzîk e.”
Di 16ê Cotmeha 2017an de Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqî û milisên Şîe û bi hevkariya çend berpirsan hat dagirkirin û niha ew bajar ji hêzên Iraqê bûye leşkeregehek û heta niha rewşa ewlehiya bajêr jî ne arame û nayê kontrolkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin