PeyamaKurd - Li navçeya Wêranşar a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan şer pevçûn derket. Di encama pevçûna ku vegunherî şerê çekdarî de 6 kes ji herdu malbatan birîndar bûn.
Hat zanîn li gundê Elîsarik ê navçeya Wêranşarê du malbatên ku beriya niha navbera wan ne xweş bû, ketin nîqaşê û piştî demekê jî li hember hevdu çek bikaranîn.
Hat diyarkirin ku ji herdu malbatan 6 kes bi guleyan birîndar bûn ku piştî bûyerê hêzên cenderme çûne cihê bûyerê.
Brîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin