PeyamaKurd – Piştî hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên li Eyn Îsayê hatibû ragihandin ku rêya M4 a sereke hatiye vekirin û komên çekdar vekişiyane, daxuyaniyek jî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hat.
Fermandarekî HSDê ji televizyona Ronahî TV re ragihandiye ku komên çekdar hîna li ser riya M4 ya navdewletî ne û venekşiyane.
Fermandarê HSDê diyar kiriye ku îdiayên dibêjin, çekdarên girêdayî Tirkiyê ji riya M4 vekiiyane nerast in û
Wî fermandarî herwiha daye zanîn ku heta niha rêya M4 ji ber êrîşan nayê bikaranîn û dewleta tirk li gorî agirbesta heyî tevnagere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin