Ji Çînê daxuyaniya kustina Qasim Silêmanî...

Ji Çînê daxuyaniya kustina Qasim Silêmanî...

PeyamaKurd - Derbarê kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî de, Çînê helwesta xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir û daxwaz ji herdu Amerîka û Îranê kir ku bi hemînê tevbigerin.

Wezareta Derve ya Çînê li ser kuştina Qasim Sulêymanî ragihand, ku Çîn her tim li dijî bikaranîna hêzê ye û got, ew ji nêzîk ve pêşhat û geşedanan dişopînin û ji herdu welatên Amerîka û Îranê dixwazin ku bi hemînî tevbigerin.

Pentaganê ragihand ku wan îro 3yê Çileya 2020an bi êrîşeke asmanî Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê kuştine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin