Rûhanî: Helwesta Amerîkayê ‘tenê slogan e’!

Rûhanî: Helwesta Amerîkayê ‘tenê slogan e’!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî civîna desteya wezîran li Tehranê li dijî Hevpeymana Kendavê ya ku Amerîka hewil dide ava bike derket û got ku hewla Amerîkayê ‘tenê slogan e’.

Rûhanî got, ‘Heger ev plan were bicihanîn, dê sûdekê nede herêmê” û bang li welatên Kendava Basrayê kir bi Îranê re hereket bikin.

Hesen Rûhanî herwiha pêşniyazên Amerîkayê yên bo danûstandinê jî red kirin û got ku tê fêdeya sozên ku Amerîka dide nîne.

Serokomarê Îranê bang li Ewropayê jî kir ku mohleta 60 rojan bo bicihanîna sozên peymana nukleerî bidawî dibe û ragihand, dê Îran jî sozên bo peymanê dane qonax bi qonax hilweşîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin