PeyamaKurd- Ev çend rojin ku hunermendê navdar yê Kurd Seîd Gabarî li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyeka taybet de dimîne. Berê hatibû ragihandin ku nexweşîna wî derûniyê lê niha derket holê ku nexweşîna wî seretana pişikê ye û di beşa hûrlênêrînê de ye.
Li gor ragihandina Rûdawê; doktorên nexweşxanê bo pismamê hunermend bo Îbrahîm Gabarî gotine ku Gabarî niha bi makîneya nefesê ve girêdayiye. Seîd Gabarî beya mehekî ji Almanya çûye Kurdistanê û halê wî baş bûye.14 roj di karantînayê de maye û halê wî baş bûye.
Niha halê hunermend baş nîne. Hunermend Gabarî ji bajarê Hesîçayê ye. Gelek caran bi seyda Cegerxwîn û seydayê Tîrêj re rûniştiye. Helbestên wan ji wan sitendiye û kiriye stran. An ew stranên ku Cegerxwîn an Tîrêj beste kirine û dane Gabarî, car din Gabarî wan gotiye.
Kilamên ku Seîd Gabarî pê navdar bû yek jê helbesta Seyda Tîrêj e ya bi navê “Bilbilê Dilşad” e ku Tîrêj li ser Mele Mistefa Barzanî gotibû.
Seîd Gabarî her weha çûbû nava Şorişa başûr û li wê derê mabû. Di TV yên Kurdistanê de bername amade dikir û tevlî bernameyan dibû. Diçû aheng û dawetan û stranan digot.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin