PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, roja hilbijartinên xwecihî ku biryar bû 30yê Gulanê bên lidarxistin bo 11ê Hezîranê bipaş xistiye.
Herwiha li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser deriyê xwe li pêşiya çavdêrên hilbijartinên şaredariyan bo 11ê Hezîranê vekiriye.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye xuyakirin ku wê çavdêrên xwecihî, navdewletî û nûnerên Partiyan ên bixwazin çavdêriya hilbijartinan bikin pêşwazî bikin û divê ji niha ve serlêdanên xwe bikin.
Hatiye diyarkirin ku paşxistina hilbijartinan ji ber sedemên teknîkî û Siyasî pêk hatiye.
Li gorî agahiyên Komîsyonê, li herêma wan 6 milyon kes hene û mafê 3 milyon kesan heye ku tevlî hilbijartinan bibin.
Hêjayî gotinê ye, nayê pêşbînîkirin ku gelek partiyên Kurdî yên derveyî Rêveberiya Xweser beşdarî wan hilbijartinan bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin