Rojava | 103 pêketî û 2 wefat hatin tomarkirin

Rojava | 103 pêketî û 2 wefat hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 103 kesên din bi vîrusa korona ketin û 2 kesan jî wefat kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 103 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 103 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine; 21 kes li Hesekê, 48 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 6 kes li Girkê Legê, 1 kes li Rimêlan, 2 kes li Dirbêsiyê, 5 kes li Tebqayê, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Dêrezorê, 1 kes li Kobanî û 1 kes jî li Kampa Holê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 9221 kesan, ya mirinan bû 358 kes û heta niha 1274 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin