Sûriye | Bi pistevaniya Tirkiyê meclîsa esîrên 'serê YPG' bikin hat avakirin

Sûriye | Bi pistevaniya Tirkiyê meclîsa esîrên 'serê YPG' bikin hat avakirin

PeyamaKurd - Li bajarê Ezez ê Sûriyê serokên 150 êlên ereb û tirkmen piştî gefên operasyona Tirkiyê li ser Rojhilatê Firatê û biryara vekişîna Amerîkayê li hev civiyan.

Li gor medya tirk di civîna eşîretan a ku Tirkiye piştevaniyê dike de, di nav wan eşîretan de hin êlên Kurd jî hene ku mebesta wan şerê li dijî YPG û HSDê ye ku wan herêmên kontrola wan ji destê wan derxin.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya ser navê Meclîsa Bilind a Eşîr û Hozên Sûriyeyî de, tê gotin, "Bi avakirina hêzeke leşkerî û siyasî re, ew dê di serî de çalakiyên PKK-PYD/YPGê yên li Rojhilatê Firatê û tevahiya Sûriyê bikin armanc û erdên di kontrola wan de radestî xwediyên eslî bikin û bibin xwedî gotin di dahatuya Sûriyê de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin