PeyamaKurd – Piştî belavbûna nûçeyên derbarê vekişîna 400 şervanên YPGê ji bajarê Minbicê di medya dewleta Sûriyê de, ji çavkaniyên YPGê jî daxuyanî hatin.
Çavkaniyên YPGê bêyî ku navê xwe bidin, diyar kirin ku ew nûçe derew in û gotin, “Li Minbicê ti şervanekî YPGê nîne. Ti kes nikare bêje ku şervanên YPGê ji Minbicê vekişîyane. Ma li wir YPGyiyên ku vekişin hene?”
Di vîdyoyeke Wezareta Parastina Sûriyê de dîmenên vekişînê hatibûn belavkirin ku dihat îdiakirin ew şervanên YPGê ne, ji Minbicê vedikişin û ew vekişîn jî li gor rêkeftina wan a ligel YPGê ye.
Hin çavkaniyên Kurd jî diyar kirin ku ew vîdyo ya sala 2016an e. Herwiha YPGê jî Hezîrana 2018an ragihandibû ku wan hemû hêzên xwe ji Minbicê vekişandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin