PeyamaKurd- Li gorî îdiayên hatin kirin, Muharem Înce yê ku namzedê Serokomariya Tirkiyeyê ye, di civînên bi rêvebirên partiya xwe de nîqaşan dikin û di van nîqaşan de jî nêrîna vekişîna ji hibijartinê derdikeve pêş.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokatiya Giştî yê Partiya Memleket Oguz Uçar ragihand ku Muharem Înce dê îro saet di 14:00an de civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Her wiha tê zanîn ku mîtîngên Înce yên dawî, ji ber hincetên pirsgirêkên tenduristiyê hatibûn betalkirin.
Nivîskarê Rojnameya Sozcuyê Aytunç Erkin, agahiyên ku ji qada Muharrem Înce bi dest xistine parve kirin û got ku
"Duh danê êvarê, Muharem Înce û 11 hevalên wî li otelekê hatin cem hev. Civîna wan heta saet 23:00yan berdewam kir. Ji van 11 kesan 8-9 kesan nêrîna xwe hanî zimên ku dê hilbijartin nemîne gera duyem ji ber vê jî pêşniyaza vekişîna ji hilbijartinê kirine.”
Erkin da zanîn ku ew hîn bûye ku Muharem Înce piştî vê hevdîtinê biryar daye ku bifikire.
Muharem Înce, dê îro li navenda partiya xwe bi cîgirê serokê partiya xwe re bicive û paşê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Hat zanîn ku Înce ji saet 10:00an ve çûye navenda partiya xwe.
Kiliçdaroglu bang li Înce kiribû
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, duh di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re li ser galegalên ku li ser jiyana taybet a Muharem Înce tên kirin gotibû ku
"Ez ji vê derê dixwazim bi awayekî zelal bibêjim ku sifreya me ya Brahîm Xelîl, ji bo wî her dem vekirî ye. Heger dixwaze, bila bê li ser sifreya me rûne û em bi hev re guherînê bînin. Em bi hev re van gemariyan ji nav siyasetê paqij bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin