PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdekirina bihayê elektrîkê nerazîbûn têne nîşandan. Li bazara bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê greva girtina dikanan îro dest pê kir.
Xwediyên dikanên bazirganî li bazara Dirbêsiyê weke nerazîbûna bilindkirina nirxên empêrên elektrîkê dergehê dikanên xwe girtin.
Nirxên empêrên elektrîkê ji dolarekî bo 8 dolarên Amerîkî li beramberî dayîna 5 demjimêr elektrîkê hatine bilindkirin.
Hate ragihandin ku îro danê sibehê bi dehan xelk û xwediyên dikanan li pêş avahiya encûmena bajêr rawestiyan û banga betalkirina biryara bilindkirina nirxê emperan û çareserkirina pirsgirêka elektrîkê kirin.