Rojava û Şamê teqîna li mizgefta Humsê şermezar kir

Dîroka Weşanê :
Rojava û Şamê teqîna li mizgefta Humsê şermezar kir

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê derbarê teqîna li mizgefteke Humsê rû da û herî kêm 5 kesan can da û 29 kes birîndar bûne de daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir.

Di daxuyaniya Şamê de hate gotin, “Em bi tundî teqîna terorîstî ya ku di dema nimêja înê de mizgeftek li bajarê Humsê pêk hat û di encamê de sivîlên bêguneh hatin kuştin, şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan re û selametî bo birîndaran hate xwestin.

Li aliyê din Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî li ser teqîna li Mizgefta Humsê daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

Ehmed got: “Em tawana ku li Mizgefta Elî Bin Ebî Talib li Humsê pêk hat bi tundî şermezar dikin.”

Ehmed diyar kir: “Ev bûyera xirab, ne ji ber xwe ve hatiye, lê belê bi encama atmosfereke tijî gotara kînê û gurkirinê hatiye, ku civakan berdide hev ji dêvla xwe parastina hev bikin.”

Ehmed behsa girîngiya diyalogê kir û got: “Berpirsiyariya me ya îro ew e ku em gotara kînê kêm bikin, sivîlan biparêzin û hesab ji tawankaran bixwazin, ji ber ku Sûriye ne bi gurkirinê, lê bi bawerî û ewlehiyê tê avakirin.” Ehmed jî sersaxî ji malbatan re xwes û hêvîya başbûnê ji bo birîndaran anî ziman.