PeyamaKurd - Şanda hikûmeta Sûriyê ya veguhêz gihîşt deriyê Sêmalka yê hevsînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê.
Li gorî çavkaniyên herêmê, ew serdan di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Şamê de hate kirin mebest tevlîbûna dezgehên leşkerî û sivîl û dergehên sînorî li sîstema dewletê ye.
Hêjayî gotinê ye, doh 2yê Adarê jî fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Serokê Sûriyê yê Hesekê Ziyad El-Ayiş tevlîbûna leşkerî û radestkirina kêlgehên petrolê li Rimêlan û Siwêdiyê gotûbêj kiribûn.