Rojava | Saneyeke DAISê ya 4 kesî hat desteser kirin

Rojava | Saneyeke DAISê ya 4 kesî hat desteser kirin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, ragihand ku şaneyeke DAIŞê ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, hêzên wan ê Antîterorê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞê li Minbicê, li ser rêya Helebê û nêzî Melevaniya Menkoş operasyonek pêk anîye.

Hat gotin ku di dema operasyonê de şer derketiye û çekdarekî ku hewl daye bireve birîndar bûye û ketiye destê wan.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin, tevî çekên wan yek ji wan berpirsekî DAIŞê yê bi navê Cîhad Cemal Himêdî ku bi navê ‘Ezam’ tê nasîn 4 çekdar hatine girtin.

Hat diyarkirin ku berpirsê DAIŞî îtîraf kiriye ku di teqîna li pêşiya Çerxerêya Şehîdan a Minbicê de ku zarok û jin tê de bûn qurbanî jî cih girtiye û pêwendiyên xwe yên ligel MÎTA Tirk jî eşkere kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin