Her sê kedkarên doza Kurd di vê mehê de ji nav me bar kirin

Her sê kedkarên doza Kurd di vê mehê de ji nav me bar kirin

PeyamaKurd – Di meha Kanûnê de em her sê kedkarên doza Kurd ên li pey şop û rêbaza Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bakurê Kurdistanê, Hemreş Reşo, Şerafettîn Elçî û Lutfî Kivanç bi rêzdarî bibîr tînin.

Her sê hêjayên doza Kurd li bakurê Kurdistanê Hemreş Reşo (27.12.2012), Şerafettîn Elçî (25.12.2012) û herî dawî jî siyasetmedarê Kurd Lutfî Kivanç dawiya vê salê (27.12.2019) koça dawî kiribû û her sê kesayetên giranbiha yên gelê Kurd li pey xwe ked û dilsoziya bo doza gelê xwe hiştibûn.

Hemreş Reşo

Hemreş Reşoyê ku tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd terxan kiriye 27ê Kanûna 2002yan çû ber dilovaniyê û xatirê xwe ji me xwest.

Hemreş Reşo di sala 11.02.1939 de li gundê Saqo yê ser nehiya Kolik di herêma Semsurê de hatiye dinê. Piştî perwerdeya sereta û navendî, di salên 1957 - 1963an xwendina bilind li bajarên Stenbol û Enqerê temam kiriye.

Sala 1963an derbazê Ewropayê bû û demek şûnde li Almanyayê bi cih bû û di zankoya Berlînê de xwendina aboriyê temam kir.

Hemreş Reşo, xwedê jê razî, hê di dema xwendina xwe ya li Tirkiyê dest bi karê siyasî kiribû û li Ewropa jî wek siyasiyek profesyonel berdewam bû di tevgera azadixwaz a miletê Kurd de.

Di sala 1967an de serdana şoreşa başûr kiribû û xwe gihandibû cem serokê nemir Mustafa Barzanî. Hemreş Reşo, piştî vegera xwe ya ji başûr, di karê xwe yê siyasî de aktîftîr bû û bû yek ji nûnerên serokê nemir Mustafa Barzanî li Ewropayê.

Hêjayî gotinê ye, ku Hemreş Reşo piştî şikesxwarina şoreşa Îlonê di sala 1975an de wek gelek kadirên PDK ji rêbaza Barzanî dûr neket û heta çavên xwe ji dinyayê re girt, ma li ser rêbaza Barzaniyê nemir.

Hemreş Reşo, di jiyana xwe ya siyasî de, di sala 1992yan de rolekî bêhempa leyîstibû, di pêkanîna yekîtiya aliyên curbecur di nav refên PDK-Bakur de. Wê demê gelek rêxistin, partî û kesayet ketibûn nav refên PDK-Bakurê.

Lê gelek heyf û mixabin, piştî pêkanîna yekîtiya PDK-Bakur, Hemreş Reşo tuşî nexweşiyeke giran bû. Nexweşiya wî demek dirêj rê li ber xebata wî girt û dawiyê di 27.12.2002 de çavê xwe ji jiyanê re girt û çû ser dilovaniya xwe.

Gotina wi ya herî girîng, "Hûn çi dikin bikin yekrêziya xwe biparêzin" bû.

Şerafettîn Elçî

Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî, di sala 1938an de li Cizîrê hate dinyayê. Dibistana Serete li Cizîrê, lîse li Mêrdînê xwend. Elçî, Fakulteya Hiquqê ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Heta demekê li Diyarbekirê parêzerî kiriye.

Elçî di sala 1977an de cara ewil li Mêrdînê wek parlementer hatiye hilbijartin û di salên 1978 û 1979an de di hikûmeta wê heyamê ya Tirkiyê de, bûye Wezîrê Avadankirinê ku wê demê gelek xizmetên wî li gelê Kurd ê bakur û derveyî welat çêbûye.

Şerafettîn Elçî, dema wezîrtiya xwe jî wek Kurdekî ma û ji hizr û ramanê Kurdayetiyê dûr neket. Herwiha wek Kurdekî, alikariya tevaya rêxistin û partiyên Kurdan kir, bê ku cudabûnekê bixe navbera wan.

Şerafettîn Elçî, di dîroka Komara Tirkiyê de yekem wekîl bû ku sala 1988an de, li meclîsa Tirkiyê tabûyek şikand û got, ‘Li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurdim’.

Şerafettîn Elçî di heyama 12ê Îlonê de hatiye girtin û di dema wezîrtiya xwe de çima ku gotibû, “Li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurd im” hat darizandin û 2 sal û 3 meha ceza lê hatibû birîn.

Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de, dema ku Serokê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) bû ji Amedê wek parlementerê serbixwe hate hilbijartin û 25ê Kanûna 2012an, dema parlamenter bû, ji ber nexweşîna penceşêrê li Enqerê xatir xwest û li Cizîrê bi merasîmeke mezin hat oxirkirin.

Lutfî Kivanç

Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Lutfî Kivanç ku xwedî kedeke mezin e di siyaset û doza Kurd de, berî demeke kin 27ê Kanûna 2019an li Enqerê koça dawî kir.

Kivanç yek ji siyasetmedar û rewşenbîrê Kurdên Anatoliya Navîn e û hîn li dema dibistana mamostetiyê li Enqerê dest bi xebata kurdewarî kiriye û bûye xebatkarekî doza Kurdistanê. Rolekî wî yê girîng li ser Kurdên Anatoliya Navîn çêbûye ku bi awayekî domdar doza neteweya Kurd di nav gelê xwe de berdewam kiriye.

Lutfî Kivanç beriya niha bi salan di nav siyaseta Kurd a Bakurê Kurdistanê de cî girtiye; endamtiya Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî û herwiha damezrînerê HEVGIRTIN-PDK, DKP û KADEPê bû. Piştî wefata xwedê jê Şerafettîn Elçî serokatiya KADEPê jî kir.

Herwiha Lutfî Kivanç, sala 2016an di pêkanîna yekîtiya grub, rêxistin û partiyên ser bi rêbaza Barzaniyê nemir de bi xebatek berbiçav cih girtibû.

Cenazeyê Lutfî Kivanç ku 27.12.2019 de çû ser dilovaniyê, roja 28.12.2019 de li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hat veşartin.

Em wekî PeyamaKurd her sê siyasetmedar, xemxwir û kedkarên doza Kurd ên Bakurê Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin